Gilgamêş û xweza – Selmet GULER

Rojnivîska Fotografekê…

Ku xweza û navê Gilgamêş mirov tîne kêleka hev ji hêla xwezayê ve tiştekî baş nakeve ber çavan. Dema mirov li Gilgamêş ê ku ji sê paran du parên wî xweda ye dikole, wek xweza-kujerekî tê ber çavan. Herî pêşî bi kuştina notirvanê daristana darên erzê yê bi navê Huvava (Di mîtolojiyê de wek dehbeyekî nebaş û bêtirşa tê teswîrkirin) rû bi rû dimîne.

Gilgamêş, ji bo ku darên erzê di xaniyan, serayan û alavên cengê de pêk bîne, tevî dostê xwe yî canfeda Enkîdu û deh kesên bêkes ji welatê Sumerê (Mezopotamyaya Jêrîn) dikevin rê û berê xwe didin diyarekî dûr ku mişt darê erzê bû wê demê. Daristana ku Gilgamêş û hevalên xwe berê xwe dabûnê, heta wê gavê libgên kesan pê neketibûn û kesên çûbûn jî bi saxî venegeriyabûn malên xwe.

Gilgamêş û hevalên wî darên daristana ku kesî nediwêrî darên wê jê bike, didin ber devê biviran. Huvava li dengê devê biviran ji xewa xwe ya giran radibe. Huvava, dema di nava daristanê de ku heta niha nehiştibû kes nêzî bibe, çav li Gilgamêş û hevalên wî ku ji binî de darên daristanê jê dikin dikeve, ber bi wan ve diçe. Di navbera wî û darbiran de pevçûn derdikeve. Huvava zora darbiran dibe û wan ji daristanê dûr dike. Enkîdu dibêje “Heta niha kesî zora vî cinawirî nebiriye û ji vê daristanê dar jê nekirine nebirine, bêyî belayekê divê em berê xwe bidin mal.”

Gilgamêş li hember tê. Bêyî daran li xwe danayne destvala vegere bajar. Gilgamêş, Enkîdu û deh peyayên xwe berê xwe didin daristanê û dîsa bi Huvava re dikevin şer. Huvava dide ser pişta wan. Beriya wan ji nava daristanê biqewirîne Gilgamêş hewara xwe digihîne Enkî xwedayê av û aqil û rêvebirê dinê. Ji bo alîkariyê Enkî, agahiyê dide xwedayê rojê Utu yê ku deste wî digihîje hemî deverên ku roniyê dibîne. Gilgamêş û Enkîdu bi alîkariyaUtu zora Huvava dibin û destên wî girê didin. Huvava ji Gilgamêş lava dike ku wî berdin û gava wî berdin dê pîşeyê xwe ji birîna wan a daristanê newîne êdî. Gilgamêş wekî ku bi lavaya notirvanê daristana erzê nerm bûbe tev digere. Ji bo ku destên wî yên ji paş ve hatibûn girêdan veke, berê xwe dide hevalê xwe Enkîdu. “Wî berde” dibêje Gilgamêş. Enkîdu li hemberî Gilgamêş derdikeve û teqez dibêje “na” û bi serhilbûnî dom dike “Ger em wî berdin em ê sax negihîjin mal û tu daran nebin bajarê Urê. Çawa tu yê li cinawirekî mîna Huvava ku heta niha nehiştiye kes tengî nav daristana erzê bibe bawer dibî?”

Gilgamêş û Enkîdu Huvava notirvanê daristana gur a ku nedihişt kes darên wê binbirî bike, dikujin. Paşê ew û 10 paşmêrên xwe (paşmêrên bê dê û bê bav… Gilgamêş rêya daristanê wek rêyeke çûyin û nehatinê dizanî, kesên bêkes neqandin da ku ger venegeriyana ji bo ku qerkeşûnî di nava bajarê wî de dernekeve) dikevin nava daristana ku heta wê kêliyê Huvava nehiştibû kes qirşikekê jê bibe û darên ku serşaxên wan bi peliyên ewrên asîman re ketibûn pêşbirkê û rayên wan xwe berdabû ser pişta gamasî û birîn. (Gamasî di çanda mîtolojik a kurdan de masiyê ku dinya li ser qiloçên wî ye û gava dinê ji ser qiloçekî xwe diavêje ser qiloçên din dibe sebeba erdhejê) Ezmûneke din a Gilgamêş bi xweza yê re ye. Xwedawenda xweşkariyê ya sumeran, hevsera Dumûzî, Înanna (Îştara Babîlê) rojekê ku li asîman digeriya, dareke ku bayê reş ew ji qurm de hilkiribû û li ber pêlên herka ava Felatê ketibû, dibîne. Înanna dadikeve jêr, radihêje dara li ber pêlan ketiye, tîne bajarê Erekê (bajarekî sumeriyan) di hewşa mala xwe de diçîne. Ev dar dara heyatê Huluppu bû li gorî gotina efsaneyê.

Armanca Înannayê ku dar mezin bû, wê bibire û ji darên wê ji xwe re palpiştekê û textekî razanê çêke. Sal di ser salan re derbas dibin, dara Huluppu bejn dide û qalind dibe. Înanna, rojekê bangî xeratekî dike da ku darê bibire. Xerat tê lê darê nabire. Xerat dibêje “Bi efsûn e ev dar” û li ligelig vedigere. Înanna, hewara xwe digihîne birayê xwe Utu, Utu jî dibêje Gilgamêşê qralê Urê. Gilgamêş bi awayê ku çûbû ser daristana darên erzê ku Huvava notirvanê wê bû, radihêje bivirê xwe yê 220 kîloyî û berê xwe dide mala Înanna dosta xwe ya qedîm. Li ber dara Huluppu ku xerat gotibû efsûnî ye, radiweste.

Di qurmê dara efsûnî de marekê hêlîn çêkiriye, bi navê Lîlît cinekê di nava guliyên wê de mal raxistiye û li kumçika wê jî teyrekî bi navê Imdugud (Di mîtolojiya ereban de Zumrûtî Anka, di ya kurd û farisan de Sîmirx/Sîmurg) hêlîn daniye û li ser qurimiye. Gilgamêş pêşî marê di qurmê darê de dikuje û hêlîna wî xira dike, dide ser pişta Lîlîtê heta wê di çolê ve derdixe, paşê dikeve ser pişta Imdugud û wî bi çiyan dixe. Gilgamêş vedigere hewşa Înannayê, Huluppu mîna darên daristana erzê bi tevirê xwe yê betilkî devtûj binbirî dike. Wê çilpizî dike û darên wê dide Înannayê. Li hemberî lehengiya Gilgamêş matmayî dimîne Înanna. Înanna xwe li hemberî lehengiya Gilgamêş deyndar hîs dike. Lewre wekî dema dara Huluppu ji ava Felatê derxist û anî û di hewşa xwe de çand, narame. Înanna tu palpişt û textan çênake ji wan daran. Înanna ji qurmê darê bi navê “pukku” û ji çiqilên wê bi navê “mukku” (dahol û şiv wekî tê texmînkirin) du amûrên muzîkê çêdike. Wek diyarî wan ji Gilgamêş re bi rê dike.

Bi balkêşî dema mirov lê dinihêre di her du mîtan de jî Gilgamêş wek kesekî ku kesan dikuje û daran dibire derdikeve pêşberî mirov. Di mîta daristana erzê de ruhekî ku daristanê diparêze dikuje, di mîta dara Huluppu de mar dikuje û hêlîna wî xira dike. Paşê cinekê ji war dike û wê bi çolan dixe, herî dawî dide ser pişta teyrekî û wî ji hêlîna wî dike.

Di dîroka qedîm de û heta niha Gilgamêş wek kesekî leheng hatiya nasîn. Lê bele dema mirov li van mîtan hûr dibe, rûyê Gilgamêş ê rastîn nas dike. Di rastiya xwe de Gilgamêş kujer e. Kujerê ku xwezayê û tiştên ger û tevgera xwezayî bi hev ve girê dide. Di mîteke din de Gilgamêş, mîna kesekî giyayê nemirinê bidestxistî lê ji hêla marekî ve ew giya hatiye revandin tê pêşberî. Dema mirov li nîşaneyên vê mîtolojiyê dinihêre mirov rasteberî kesekî li jiyana ebedî digere, tê. Kesekî ku li heyateke herdemî bigere û giyayê wê bi dest bixe, çawa daristana ku bi tevgera bingehîn tê wateya heyatê bibire gelo? Û dareke ku tê wateya ‘dara jiyanê’ binbirî bike û heyatên têkildarî wê têk bibe? Di dîrokê de jî be, di nava efsaneyên ku mirov nedizanî ji kîjan bingehê pernizîne, dema me dema mirov û jiyana modern berçavî kir mirov nikare bibêje Gilgamêş leheng.

Bi nîşaneyên ku hêj em ji gonê wan şîr dimijin wekî kesayeta Gilgamêş hêj me leheng bin û wek tiştekî baş kiribin ji xwe re bikin wesifdan û ji pêşeroja xwe re wek pêşengekî bidin pêş, çi cihêbûna me ji kesên xwezakujêr heye? Di vî çaxî de ger hêj em hevalbendê kesayateke mîna Gilgamêş bin û li dijberî Huvava notirvanê daristanê, marê li ser hêlînê, cina mal li nava darê û teyrê veniştî hêlînê kumçika darê yê bi navê Imduggud, herî girîng ku em li hêla dara Huluppu bin me çi cudahî ji kesên ku darên zeytûnan dibirin, heywanan dikujin û hêlînan xira dikin heye gelo?

Çavkanî: Rojeva Medya